Kuweyt ji Emerîkayê 28 balefirên cengê yên F18 dikre
Rayedarekî eskerî yê Kuweytê eşkere kir ku welatê wî daxwaza kirîna 28 balefirên cengê yên F-18 ya Sûper Hornt daye Emerîkayê.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê Anadolu News`ê, serleşkir Lafî El-Azêmî serokê erkantiya çek û sîlehan û pergalkirina artêşa Kuweytê li kêleka destpêbûna sêhem civîna xizmetên locêstîkî li Kuweytê li gotûbêja tev nûçegihanan got ku daxwaza kirrîna 28 balefirên cengê yên F-18 ya Sûper Horintê nivîskî daye dewleta Emerîkayê ku helbet ev daxwaza bi şerta firotina dubare ya nivşa kevn a balefirên F-18 li cem artêşa Kuweytê ye.
El-Azêmî tu amajeyek bi cûreya van firokeyên şêrr nekir.
Wî li dewamê nûçên belavbûyî li bara daxwaza Kuweytê ji Emerîkayê jibo kirrîna 40 balefirên F-18`ê bi bihayê 10 milyar dularî derew da zanîn û got ku hevcetiya niha û fermî ya dewletê bo van balefiran 28 heb e ku hemî naveroka peymanê dê jibo pejirandina ji aliyê taxima çavdêriyê li dewletê were şandin û heke hat pesendkirin bi hemî hûrgiliyên xwe û buhaya wê dê li medyayan were ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)