Li êrişa Qaimê, terorîst hatine kuştin
Fermandehiya hevpar a operasyoan eskerî li Iraqê roja pênşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê li bara buyera bajarê sînorî ya Qaimê ser bi parêzgeha El-Enbarê li 500 km rojava Bexadyê got ku terorîst li vê êrişa hewayî ketine ber êrişê û hatine kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê, fermandehiya hevpar li vê daxûyaniyê ku midehek berî niha hat weşandin ji medya û siyasetvanên Iraqê xwest bi propagendeyên derew ên koma terorîst a DAIŞ`ê neyên xapandin û tekez kir: Yên ku ketine ber vê êrişê û hatine kuştin, hemî serkirdên DAIŞ`ê ne.
Li gorî vê daxûyaniyê hêza hewayî ya Iraqê li gorî raporên îstixbaratî yên eseh duh berêvarê êriş kir ser sitargehekî terorîstan li navça El-Kerablê li bajarê Qaimê ku malekî duqatî bû ku têde 25 kesên xwekuj ji welatên curbicur xwe veşartibûn û bin fermandetiya kesekî bi navê Ebûmîsere El-Qefqazî de bûn.
Li daxûyaniyê hatiye ku hêza hewayî ya Iraqê li gorî raporên eseh sitargeheke din a terorîstan nasiay bi Enqemasî da ber êrişan ku maleke duqatiyê zer bû ku têde 30-40 terorîstên biyanî xwe veşartibûn.
Daxûyaniyê diayr kiriye ev meqer bi hûr û kûrî û li gorî raporên eseh ketine ber êrişê.
Li daxûyaniyê hatiye tekezkirin ku hêzên çekdar ên Iraqê ser parastina can û tendrustiya welatiyan û rizgarkirina wan ji destê DAIŞÊ li dema herî nêîzk de teekz dike û ji hemî medyan dixweze nûçan bi hûrî û kûrî û bi hestyarî biweşînin.
Vê daxûyaniyê ji hemî medyan xwestiye li bara her cure propagendeyên DAIŞê hişyar bin.
Malpera Emaqê ya DAIŞê hin wêne li bara sietên destpêkê yên bombebaran weşandine û îdia kiriye ku hêzên hewayî yên Iarqê êriş kirine ser xelkê sivîl.
Hin medyayê erebî yên navçê yên mîna Cizîra Qeterê û El-ERebiya Erebistanê jî li gor van wêne û vîdyoyên DAIŞê dewleta Iraqê tawanbar zanîne.
Li vê çarçêvê Selîm Cubûrî serokê parlemana Iarqê li yekim berteka li hember vê bûyerê daxwaza lêkolîna li bara bûyerê kir û Muhemed El-Kerbolî nunerê parlemana Iraqê li bara damezrandina komîteyekê ji aliyê parlemanê jibo şopandina ev bûyerê agahî da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)