IraqNûçeRojhilatanavin

80 endamên DAIŞ`ê li êrişên hewayî yên artêşa Iraqê hatin kuştin

Hêzên hewayî yên artêşa Iraqê, di encama êrişên xwe de 80 terorrîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê li bakûrê vî welatî kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a Sûmêriye News s Iraqê, serleşker Ebdulemîr Yarellah, qumandê operasyona azadkirina parêzgeha Neynewayê roja çarşemiyê got: Hêzên iraqî navçeya El Ilamê bi tamî azad kirin.

Ebdulemîr Yarellah, herwiha got: Hejmareka zav a endamên terorîst, di encama şerr û pevçûna bi hêzên iraqî de hatin kuştin.

Di eynî demê de polîsê fêdêral ê Iraqê, îro bi ragihandina vê yekê ku hêzên ewlehiyê heya niha yek sêyê parêzgeha Neynewayê azad kirine got: Me jibo derxistina sivîlan, hin derbasgehên ewleh li navçeyên pevçûnê berçav girtine.

roja sêşemiyê jî hêzên iraqî karîn navçeya Elberîdê ya li bakûrê rojhilata Mûsilê ji bin lepên terorîstan azad bikin.

Operasyona azadkirina Mûsilê 17`ê Cotmehê bi peyama Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê dest pê bû.

Iraq ji Hezîrana 2014`an ve tûşî qeyrana ji ber dagîrkirina gellek navçeyên bajarên bakûr û rojavayê xwe ji aliyê koma terorîst a DAIŞ`ê bûye.

Di çend mehên vê dawiyê de artêş û hêzên gelanî yên Iraqê karîne çend bajarên vî welatî û ji wan El Remadî, Tikrît û Felûcê ji bin lepên terorîstên tekfîrî yên DAIŞ`ê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu