EfrîqaNûçe

Ji ber du êrişên xwekujî 45 kes li Nîciriyê hatine kuştin

Du kesên xwekuj duh îniyê êrişî ser bazarekî qerebalix li bakûra rojhilata Nîciriyê kirin ku di encamê da 45 kes hatine kuştin.

Du jinên xwekuj duh îniyê li bajarê Madagaliyê li parêzgeha Adamavaya Nîciriyê êrişî ser xelkê bazarekê kirin ku di encama vê êrişa terorîstî da 45 kes hatine kuştin.

Seid Bilû berdevkê ajansa netewî ya birêvebirina kirîza eyaleta Adamavayê ragihand ku li vê teqîna terorîstî herwisa 33 kes jî birîndar bûne û tu grûp yan aliyekî berpirsyartiya van teqînan negirtiye ustiyê xwe.

Seid Bilû destnîşan kir ku grûpa terorîstî ya Bokoheramê ku li bakûra rojhilata Nîciriyê dest bi cinayetan dike, bi caran kesên xwekuj şandine nav xelkê sivîl.

Grûpa terorîstî ya Bokoheramê hevpeymanê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ye û bona cihanîna nexşeyên xwe yên terorîstî jinên êrîşker bi kar tîne.

Vê grûopa terorîstî ji sala 2009`an heta niha bi hezaran kes ji xelkê Nîciriyê kuştine û bi sedan kes jî aware kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu