Genel

Rûyê riyakar ê Amerîkayê ji hêla Rêberê giranqedr ê Inqilabê ve

Amerîkî, berovajiya îdiayên rûvekî, qet bi dû kokbirbûna terorîstên tekfîrî nînin û hewl didin pişkek ji van terorîstan jibo armancên xwe yên dahatiyê biparêzin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, sibeha roja yekşemiyê, li hevdîtina tev Seyd Emar Hekîm, serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê û endamên sereke yên vê hevalbendiyê, li ser vê yekê pêgîrî kir û destnîşan kir, Amerîka hertim dijî bihêzbûna welatên îslamî û ji  wan Iraqê bûye û qet nabe ku mirov rûvekê wê bibîne û were xapandin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, bal kişand ser firotina nifta Iraqê ji aliyê DAIŞ`ê ve û got, wê demê amerîkî tenê meşyana niftkêşan dinêrîn û êrişî wan nedikirin, her ji ber vê yekê nabe ku mirov baweriya xwe bi Amerîkayê re bîne.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, herwiha dahatiya Iraqê pirr ronaktir û baştir ji ya îro wesif kir. Wî destnîşan kir, pêşketina Iraqê li ser qazanca Komara Îslamiya Îranê ye û hevahengiya zêdetir ji berê ya du welatan jî li ser xêr û qazanca her du aliyan e.

Nihêrîna rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li ser dahatiya Iraqê û pêgîriya wî li ser ewlehiya ligel pêşketinê jibo Iraqê, girêdayîbûna nizama Komara Îslamiya Îranê li qanûnên navneteweyî û heta zêdetir ji wê nîşan dide û vê yekê jî nîşan dide ku nizama Komara Îslamiya Îranê, dijminên hevpar ên neteweyên navçê bi başî nas kirine. Dijminên ku rojekê wek piştgirên Sedam, Rojhilata Navînê tûşî şerr û bêewlehîtiyê kirin û îro rojê jî her bi wê fikr û ramana serdestîxwez, bi mihaneya derew ya şerrê dijî terorîsmê, li halê plandarêştina jibo guhertina nexşeya siyasî ya navçê ne.

Di vê rewşê de şaşitiya herî kêm di warê parastina yekbûnê û dûrbûna ji rastiyên meselên navçê, Amerîkayê nêzîkî armancên xwe dike. Armanca pergala serdestîxwez bi serokatiya Amerîkayê, girêdayîkirina neteweyên navçê ji riya pêkanîna cidatî û duberetiyê herwiha nakokiyên navxweyî ye ku rojekê di çarçoveya siyasetên tayfetiyê xwe nîşan dide û demeka din bi behs û gotegotên cidatiyê û li cihekî din jî bi pêkanîna tevgeran û rewşa şerrê dijî şîeyan tê şopandin.

Eger ku ev pîlan bi rastî û başî nayên nasîn, wê derbeyên ji aliyê Amerîkayê pirr cidî bibin. Di rewşeka wiha de, parastina ewlehiyê, mijara yekm û karê me yê sereke ye. Pêkanîna ewlehiyê, hin pêwîstiyên xwe hene ku nasîna tam û bi qasê têrê ji derdor û gefan ji wan in. Ev nasîna ji du riyên palpiştiya li ceribandinên berê û hişmendiya siyasî ve bi dest dikeve.

Îro rojê Iraq ji dewreka dijwar derbas bûye û yekbûna şîeyan jî bûye hêzeka nerm. Ev hêza nerm dikare bi nasîna Amerîkayê, zêdetir bibandor bibe.

Yekbûna ku îro rojê li Iraqê bi dest hatiye, encama aqilmendî û tecrûbeyê ye. Ji ber wiya gotinên rêberê giranqedr ê Înqilabê, riya Iraqê ber bi dahatiyeka ronak û tijî hêviyê ve dike. Êş û elemên ku di van salan de li ser xelkê Iraqê hatine sepandin, nîşan dan ku welatên rojavayî û bi taybet Amerîka, qet nîgeranê ewlehî û aramiya Iraq û navçê nebûye. Heta Amerîka naxweze ku berpirsyariya şaşitiyên xwe bona pêkanîna El Qaidê û piştgiriya ji DAIŞ`ê qebûl bike. Desthilatdarên Amerîkayê û bi giştî welatên rojavayî, êş û elema xelkê Yemen, Efxanistan û Iraq û Sûriyê ku encama reftara wan a xapînok e, kirine amûrên propagandayên xwe  ku bi wan re xelkê bixapînin.

Dahatiya Iraqeke aram û ewleh maye ser hewldan û yekbûna hemî kom û qewan, dûrî alîgîriyên siyasî. Encamên bi nirx ên şerrê yekgirtî yê dijî terorîsm û DAIŞ`ê li Iraqê, encama hevalbendiyên wekî Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê ye. Van serketinan nîşan dan ku tenê bi parastina yekbûn û yekgirtîbûnê mirov dikare li hember planan bi ser bikeve.

Axiftinên Eşton Kartêr, wezîrê berevaniya Amerîkayê li ser dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê li navçê, nîşana armancên demdirêj  ên Amerîkayê li navçê ye.

El Hedîsî, berdevkê nivîsgeha Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê midehek; beriya niya got, El Ebadî dixweze hêz û şiyana hêzên  iraqî xurt bike û tu hêzeka biyanî li axa Iraqê bi DAIŞ`ê şerr nake.

Axiftinên Sed El Hedîsî, piştî wê hatin gotin ku Eşton Kartêr, wezîrê berevaniya Amerîkayê, gotibû, divê hejmarek ji hêzên Hevalbendiya Dijî DAIŞ`ê, piştî azadiya axa Iraqê, di vî welatî de bimînin. Her ji ber vê yekê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, erka hemî tevgerên nav Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên Iraqê, pirr giran da zanîn û her cure biryar û kiryarên wan li Iraq, navçe û Îslamê bibandor dan zanîn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu