NûçeRojhilatanavinSûriye

728 terorîstan li Helebê xwe teslîmî hêzên sûrî kirin

Wezareta berevaniya Rûsyayê ragihand ku li 24 saetên bihurî 728 terorîstên çekdar li Helebê xwe teslîmî hêzên sûrî kirin.

Li gor rapora ajansa El-Ehdê, Wezareta berevaniya Rûsyayê ragihand ku li 24 saetên bihurî 728 terorîstên çekdar li Helebê xwe teslîmî hêzên sûrî kirin û 13 hezar û 246 kesên sivîl jî li van 24 saetan ji navçên bin destê neyarên çekdar ên dewleta Şamê xwe filitandin

Hatiye ragihandin ku ji nav van kesên ku karîne ji destê terorîstan birevin, 500 ji wan zarok bûne.

Bingehên sûrî ragihandine ku operasiyona rojhilata Helebê hîn jî didome û hêzên berxwedana gelanî ya Sûriyê karîne sedî 90`ê navçên bin destê grûpên çekdar azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu