Sekinîna Rûhanî ser xurtkirina peywendiyên navbera Îran û Endûnezyayê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê xurtkirin û qahîmkirina peywendiyên navbera Îran û Endûnezyayê wek du welatên dost û misilman ser qazanca her du gelan û navçê da zanîn.
Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê piştî îzmekirina çar belgeyên hevkariyê navbera Têhran û Cakartayê tev Joko Wîdodo serokkomarê Endûnezyayê nav koma nûçegihanan got Têhran û Cakarta micid in asta hevkariyên xwe li hemî warên siyasî, aborî, çandî û zanistî berfireh bikin.
Serokê Komara Îslamî, lihevkirina navbera her du welatan li warê peywendiyên bankî û xebitandina sermayê pêngaveke girin jibo bazdanê li peywendiyên aborî navbera Têhran- Cakartayê da zanîn û diyar kir peywendiyên her du welatan li warê enerjiyê, peywendiyên stratejîk in û dê Îran hevcetiyên Endûnezyayê li warê enerjiyê ji wan nifta xav, gaza şil û petrorşîmiyê dabîn bike.
Hesen Rûhanî her wiha tekez kir her du welat li tevgera qeydnenasan û Rêxistina Hevkariya Îslamî, hevkariyên nêzîk bi hev re hene û hevkariyên xwe li warê pirsgirêkên ku cîhana Îslamê pê re rûbirû ye û ji wan qeyrana Yemenê û her wiha Miyanmarê xurt dikin.
Joko Vîdodo serokkomarê Endûnizyayê jî sefera Têhranê, riyeke nû li warê hevkariyên du welatan da zanîn.
Coko Wîdodo li bara mêhwera gotûbêjên xwe tev serokê Komara Îslamî ya Îranê got, welatê wî nihêrînên aşitîxwzaiyê jibo çareserkirina qeyrana Miyanmar, Yemen, Sûriyê û navçên dine welatên biqeyran pêşniyar kiriye û li vê çarçêvê ser rola aşitîxwzaiya xwe disekine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)