Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê sîyasetên Ingilîs û Rejîma Sîyonîst li navçê işkestxwarî zanîn
Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Duh li civîna rojnamevanîyê ya heftane di bersiva pirsa nûçegihanê me da têkildarî liv û tevgerên Ingilîs û Israîlê yên li navçê û gefnîşandana Komara Islamî ya Îranê got: Sîyasetên Îranê aşkira û kifş in û tişta ku ew wekî dilgiranîyê hilêdixin, xîyaleke pûç û guman e.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Karesatên li navçê, encama kiryarên welatên koledar û Rêjîma Israîlê ne û helwestên wan ligel hevdengîya welatên derdora Kendava Farsê xeyalî, pûç û tenê propagande ne.
Qasimî desnîşan kir ku welatên navçê haya wan ji hêza Îranê heye û dilgirtanîyên wan ji ber pêşketinên Îranê û rewşa Komara Islamî ya Îranê li navçê ne.
Qasimî herwiha ragihand ku civîna sêalî ya sibê ya wezîrên karên derve yên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê li bajarê Moskovê yê li bara alûgurên Sûrîyê be ku her sê alî yê alûgurên herî dawîyê yên têkildarê navçê nemaze yên Sûrîyê hilkolînin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara serdana Yokyo Amano rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) bo Têhranê jî got: Serdana Amano di çarçova hevkarîya Îranê ligel Ajansê da pêk hat û her du alîyan li bara mijarên têknîkê gotûbêj kirin.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara peywendîyên di navbera wezîrên karên derve yên Îran û Amerîkayê da jî got: Li gorî biryara Sênaya Amerîkayê ya dirêjkirina dema boykotên yekalî yên Waşîngtonê li dijî Îranê, hin peywendî di navbera Zerîf û Kerî da pêk hatin wezîrê karên derve yê Îranê hin babet anîn bîra alîyê amerîkî.
Qasimî li bara berteka fermî ya Îranê li hemberî binpêkirina rêektinama navokî di pêşerojê da jî got: Îranê ji destpêka rêketinama navokî va wek her peymaneke din tivdîrên pêwîst jibo her rewşekê kirine û xweşbextane jibo her rewşekê amade ye.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêkutî kir ku rêketinama navokî peymaneke çendalî ye û di vê navberê da alîyek bi tena serê xwe nikare bi hêsanî li bara wê pêngavan rake.
Qasimî li bara sîyaseta derve ya serokomarê bijartî yê Amerîkayê li bara Îranê û çêtirbûna peywendîyên Rûsîya û Amerîkayê di dewra serokomartîya Trump li Amerîkayê da jî got: Pêşbînîkirina sîyaseta derve ya Amerîkayê karekî durist nîne, Trump mijûlê pêkanîna kabîna xwe ye û mirov dikare hin texmînan bike lê nabe mirov li bara helwestên wan zû biryarê bide û helwestê nîşan bide.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li bara pêkanîna delweta nû li Libnanê û alûgurên sîyasî yên vî welatî jî got: Libnan di rewşa nû da, li gorî qanûna bingehîn a vî welatî, rewşeke ber bi başûnê ve dibîne ku mewqîya vî welatî çêtir dike û pêkanîna delwetê jî dikare rewşa Libnanê çêtir bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)