Derketina 40 hezar kesî ji rojhilata Helebê
Navenda nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ragihand zêdetir ji 40 hezar kes ji terorîstan tev malbatên xwe ji rojhilata Helebê li Sûriyê derketine.
Li gorî rapora IRNA`yê, vê navendê îro derketina van terorîstan ji rojhilata Helebê li bakurê Sûriyê ji dema lihevkirina navbera Rûsiyê û Tirkiyê jibo derketina terorîstan cih hatiye.
Li gorî ragihandina navenda nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê biryar e çend ûtûbûs bi dehan kes ji birîndar û malbatên wan ji bajarokên şîenişîn ên El-Fûe û Keferyayê li parêzgeha Idlibê derxînin.
Hin çavkaniyan ragihandin pirsgirêka navbera grûpên çekdar li Helebê bûye sedema derengmayîna derketina erorîstan ji rojhilata vî bajarî.
Her wiha biryar e pêvajoya derketian mirovên çekdar û malbatên wan ji rojhilata Helebê îro dawî bibe.
Ji nîveka heftiya buhurî derketina grûpên çekdar û terorîst ji rojhilata Helebê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)