IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê bi qest êriş kiriye ser xelkê revîyayî yê Mûsilê

Çavdêrê mafên Mirovan ragihand DAIŞ`ê bêarmanc û bi qest bi hawanê û madên teqînê êriş kiriye ser xelkê revîyayî yê Mûsilê.

Çavdêrê mafên mirovan ji zarê xelkê revîyayî yê Mûsilê ragihand DAIŞ`ê êrişa ser xelkê sivîl wisa pîne kiriye ku wan fermanên DAIŞ`ê  cih neanîne û naçin navçên Mûsilê  yên ku hela jî di bin kontrla  vê grûpê de ye, jiber ku ew dilgiran in wan weke mertala însanî bixebitînin.  Xelkê Mûsilê gotin: Endamên DAIŞê bi awayekî kesane û ji riya radyo  û bilindgoyan li mizgevtan ew agehdar kirine ku kesên ku dimînin kafir in û tev hêzên iraqî û hêzên hevalebndiyê dê ji armancên  rewşa û qanûnî yên DAIŞ`ê dê bên hesabê.

Lemî Feqîh alîkarê rêveberê beşa Rojhilata Navînê ya çavdêrê mafên mirovan got : Ger DAIŞ`ê birastî giringî dida xelkê dorpêçbûyî dê jibo revîna wan navçeyeke ewleh dê kivş bikira lê dewsa wê bi qest xelkê dikije û wan ji xwe re  dike mertala însanî.

Çavdêrê mafên mirovan  tev zêdetir ji 50 kes ji yên ku ji rojhilata Mûsilê revîne li hevpeyvîna  bi wan re  li Herêma Kurdistana Iraqê li Kanûna 2016`an  axiftiye. 31 kes ji wan şehedê 18 êrişên bi hawanê an êrişên nîşangiran, teqîna trimbêlan an bombeyên DAIŞ`ê bûne ku li encama  wê hejmarek hatin kuştin an birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu