IraqNûçeRojhilatanavin
Wezareta Parastinê ya Iraqê têkildarî rewşa dawî ya şerê Mûsilê daxuyaniyek nivîskî weşand
Wezareta Parastinê ya Iraqê duh têkildarî rewşa dawî ya şerê Mûsilê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di êrîşên dawiyê yên balafirên şer de li herêma Mûsilê di nav de serçete jî ku hene, 70 çete hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê di dewama daxuyaniya xwe de wiha jî ragihand; “Hêzên hewayî li ser agahiyên hêzên şer ên bejahî li bajarokê Tel Ebte ya Mûsilê civînek a DAIŞ’ê hedef girtine û li vir 20 çete hatine kuştin. Her wiha di bombebaranên cûdatir ên piştî vê de jî 50 çeteyên din ên DAIŞ’ê hatine kuştin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)