Paqijkirina tam a Helebê, işkesta şerê siyasî û medyayî yê neyaran

Tevî gişt hewldanên ku neyarên hikûmeta Sûriyê kirin jibo ku pêşiya paqijkirina tam a Helebê bigrin lê bajarê Helebê li bakurê Sûriyê piştî 4 sal û nîvan tam ji destê terorîstan hat azadkirin.
Fermandehiya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê şeva buhurî bi daxûyaniyekê ragihandin bajarê Helebê tam ji destê terorîtsna hatiye azadkirin û wê weke serketin û alûgureke stratejîk da zanîn. Li gorî ragihandina artêşa Sûriyê, ev serketina xala weçerxanê ya giring a rawestana li ber terorîzmê û derbeyeke giran li komployên terorîstî û alîgirên wan e.
Heleb li Tîrmeha 2012an yanê çar sal û nîvan berî niha ji aliyê terorîstan va hat dagirkirin. Ji havîna buhurî proseya azadkirian Helebê destpê bû. Yanê azadkirina Helebê ji lepên terorîstan kêmtir ji 6 mehan kişandiye.
Giringiya azadkirina Helebê ji lepên terorîstan jibo rewşa meydanî ya Sûriyê, hevsengiya hêzên navçeyî û heta li hevrikyiên siyasî, cîhanî bû baîs neyarên hikûmeta Sûriyê her karekî bikin ku nehêlin ev seerketina mezin cih were.
Damezrandina agirbesê yek ji riyan bû ku neyarên hikûmeta Sûriyê jibo girtina pêşiya azadiya Helebê cih anîn. Dema ku li Îlona buhurî artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê karîn riya stratejîk a Kasteloyê azad bikin û riyên peywendiya terorîstan tev hevpaymanên wan qut bikin. Emerîka bi mehneyên mirovhezane daxwaza agirbesê kir ku Rûsiyê jî ew pesend kir. Li halekê ku agirbesa yekhefteyî ber bi dawîbûnê bû, balefirên emerîkî êriş kirin ser artêşa Sûriyê û bi dehan eskerên sûrî kuştin ku kivş bibe armanca damezardnian agirbesê ne alîkariyên mirovheziyê ye belkî rawestandina pêvajoya serketina artêşa Sûriyê li Helebê ye.
Emerîka û hevpeymnaên rojavayî û erebî yên wê piştî ragihandina nûça azadiya sedî 99ê Helebê li roja 13 Kanûna buhurî jî bi mehneyên mirovheziyê daxwaza damezrandina agirbesê kirin. Jibo gihêştina vê armancê jî stratejiya şerê medyayî xebitandin û medya bi hemî hêza xwe ketin xizmeta armancên neyarên hikûmeta Sûriyê ji wan Emerîkayê.
Medyayê ser bi neyarên hikûmeta Sûriyê jî bêyî ku azadkirian Helebê rûmal bikin bi awayekî berfireh dest bi weşana ser qaznaca terorîsan kirin û terorîst wek welatiyên Helebê nîşan dan û hewl dan bi curekê şantajan bidin ku li Sûriyê cinayeta şêr li çarçêva karesata însanî qewimiye.
Xebitandina Konseya ewlehiyê ya NY wek amêrekê jî stratejiyeke din bû ku neyarên hikûmeta Sûriyê bityabet Emerîka jibo girtina pêşiya işkesta tam li Helebê bi kara nîn û heta Ban Kî Mûn, sekreterê vê demê yê NY jî li vê şanoya medyyaî û mirovheziyê tevlî van welatana bû.
Lê tu yek ji rêçareyên hanê nekarîn pêşiya paqijkirina tam a Helebê ji lepên terroîsyan bigrin û serketina artêşa Sûriyê û hevpeymnaên wê li Helebê cih hat.
li ser vê esasê li daxûyaniya fermandehiya giştî ya artêşê û hêêzn çekdar ên Sûriyê hatiye ev serketina tekezkirina ser qaweta artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman li kutakirina şerê li hember grûpên terorîstî ye û destpêka qonaxeke nû li işkesta terorîzmê li seranserê axa Sûriyê tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)