IraqNûçeRojhilatanavin
Du çekdarên DAIŞê li Mûsilê ji aliyê çekdarên “Hêza Parastina Neynewa” ve hatin girtin
Du çekdarên DAIŞê li Mûsilê ji aliyê çekdarên “Hêza Parastina Neynewa” ve hatin girtin.
Berdevkê Hêza Parastina Neynewa (navê wê hêzê beriya niha Heşda Niştimanî bû) Zuhêr El Cibûrî ragihandiye, hêzên wan li bakûrê bajarê Mûsilê 2 çekdarên DAIŞê girtine ku her du jî erebên Iraqî ne.
Zuhêr El Cibûrî her wiha gotiye, çekdarên Hêza Parastina Neynewa li devera Behuwêze ya Mûsilê kevîn danîbûn pêşiya çekdarên DAIŞê û ew du çekdar girtibûn paşê teslîmî artêşa Iraqê kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)