IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgiriya wezîrê karên derev yê Iraqê ser pêwîstiya aşitiya neteweî li vî welatî

Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand vî welatî li kêleka damezrandina ewlehiya neteweyî û pêşketinên eskerî hevcetî bi aşitiya neteweyî ya hemî koman jî heye.

Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iraqê li gotûbêja  li bara  plana aşitiya neteweyî li vî welatî got: Beşdariya  hemî grûpan li cihanîna  vê planê jibo serketina Iraqê pêwîst e.

El-Ceferî bal kişand ser bandora  azadiya Helebê û şikesta DAIŞ`ê li warên meydanî yên Sûriyê ser rewşa Iraqê û got ku xatircem e bi wêdedanîna pirsgirêkên navxweyî û navçeyî dê armancên şerê li hember terorîsmê bi zûtirkê cih were.

Wezîrê karên derve yê Iraqê bal kişand ser civîna  Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiyê li bara  Sûriyê û pêwîstiya muhtemel a wê jibo Iraqê û destnîşan kir ji ber ku DAIŞ`ê dijminê hevpar ê anvçê ye ger pêdivî be Bexda dê bersiva  erênî bide hevdengiyên  îstixbaratî û ewlehiyê.

El-Ceferî her wiha  parastina  peywendiyên  gelê Iraqê û gelê Tirkiyê tevî gotinên  tund ên  hin rayedarên  tirk rastiyeke  înkarnebûyî da aznîn û diyar kir: Hêzên eskerî yên Tirkiyê tu roleke xwe li operasyona  li dijî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Mûsilê tinebûne.

Wezîrê karên derev yê Iraqê bal kişand ser hêdîbûna  pêşketina  li operasyona azadkirina Mûsilê û destnîşan kir li gorî bernamên cihhatî parastina canê welatiyên  iraqî li vê operasyonê bi taybet ku cinayetên DAIŞ`ê li xelkê sivîl ên vî welatî bê hed zêde ye bernama sereke  ya hêzên iraqî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu