Li kampa Bab Elselame 3 zarok şewitîn
Li Kampa Bab Elselame ya li bakurê Helebê 3 zarokan ji ber şewata kon jiyana xwe ji dest dan. Koçberên sûrî ne tenê zehmetiyê di şer û pevçûnan de dibînin, lê li kampan jî ew rastî karesatan tên. Li gorî hinek dîmen û vîdyoyî ku belav bûne, li Kampa Bab Elselame ya li bakurê Helebê, 3 zarok şewitîn.
Li Kampa Bab Elselame li gundewarê Bakurê Helebê konê malbatekê bi tevahî ligel sê zarokên wan şewitî. Koçber ji ber nebûna pêdawîstiyan, gazinan dikin û dibêjin; bi sedema nebûna agirkujan, agir bi konan dikevin.
Koçberek ji Kampa Bab Elselame wiha got: “Ev şewat bi sedema sobeyên xazê ne. Wî kesî sobe vêdixist, agir bi wî ket, lê reviya derve. Piştre agir bi hevjîn û zarokên wî ket. Ew vegeriya ji bo wan rizgar bike. Lê kon ji naylonê bû, agir bi tevî ket û 3 zarokên wî jiyana xwe ji dest dan. Ew û hevjîna xwe rizgar bûn.”
Koçber behsa rewşa xwe dikin, ku ew zehmetiyan dibînin. Koçberekî din ji Kampa Bab Elselame dibêje: “Divê kêşeya van konan çareser bikin. Agirkuj li cem me tine ne. Xelk hemû bi hewara me ve hatin lê nikarîbûn vî agirî vemrînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)