Kuştin û birîndarkirina 26 kesî li parêzgeha Necef a Iraqê
Îro çend deverên parêzgeha Necef a Iraqê ketin ber êrişên têrorîstî.
Li gorî rapora PressTV`yê, maşîneke bombekirî vê sibê li devera Qadisîye li parêzgeha Necefê hat teqandinê.
Li gorî vê raporê, ev maşîna nêzîkî nuqteke lêgerînê hatîye teqandinê û li gorî amarên destpêkê di encamê da 6 kes hatine kuştinê û zêde ji 20 kesî jî birîndar bûne.
Çavkanîyeke ewlehîyê ragihand ku hin gorîyên vê êrişa têrorîstî, sivîl in.
Çavkanîyê bal kişandîye ser vîya ku hêzên ewlehîyê li cihê bûyerê bicih bûne û birîndar jî veguhestine nexweşxanê. Tê gotin ku çend polîs jî di nava kuştî û birîndaran da hene.
Ajansa nûçan a Someriye jî ragihand ku kesên çekdar êrişî nuqteke lêgerînê li devera Mişxabê li parêzgeha Necefê ya Iraqê kirin. Hin çavkanîyan jî ragihandin ku çend gulleyên hawanê li derdora parêzgeha Necefê ketine.
Ev êrişana li halekî pêk hatin ku di encama teqînên serê sibeya şemîya li taxa Senekê li navenda Bexdayê da, ku koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya wan da ustîyê xwe, herîkêm 27 kes hatin kuştinê û zêde ji 50 kesan jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).