Sûriyê qebûl kiriye li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li Qezaqistanê beşdar bibe
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: Dewleta vî welatî qebûl kiriye li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li Astana paytexta Qezaqistanê beşdar bibe.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê îro pênşemê her wiha got: Dewleta Sûriyê micid e bi mekanîzmekê rê li ber kuştina xelkê bêguneh li Sûriyê bigire.
Konseya ewlehiyê ya NY şemiyê şevê bi pejirandina biryarnama pêşniyarkirî ya Rûsiya û Tirkiyê jibo damezrandina agirbesê li Sûriyê piştgirî da rawestandina pevçûnan, lezgînkirina gihandina alîkariyê bo xelkê ziyandîtî ji ber şêr li navçên curbicur ên Sûriyê û her wiha muzakirên pêşerojê li Astana paytexta Qezaqistanê li bara Sûriyê
Li gorî vê biryarnamê, agirbes serasnerê axa Sûriyê xêncî du grûpên terorîstî yên bereya el-Nusre û DAIŞê digre ber xwe .
Piştî hevdîtin û gotûbêjên wezîrên karên derve yên Îran, Rûsya û Tirkiyê li Moskowayê sê aliyan daxûyaniyek weşandin ku li gorî wê civîna gotûbêjên dewletê û neyarên sûrî li meha Çillê li Astanê dê were lidarxistin. Grûpên çekdar civîna Astanê boykot kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).