BehreynNûçeRojhilatanavin

Berteka li hemberî seredana taxima siyonîstî bi Behrêynê

Civata Medenî ya Behrêynê seredana taxima siyonîstî bo Menamê paytexta Behrêynê şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa Fars News`ê, parek ji navendên civata medenî ya Behrêynê li daxûyaniya xwe ya duh îniyê ragihandin her çend siyaseta sereke ya dewleta Behrêynê neyariya tev normalkirina peywendiya tev Rejîma Siyonîst e lê seredana taxima Rejîma Siyonîst ya Menamê ecêv e.

Navendên civata medenî ya Behrêynê li daxûyaniya xwe da bal kişandine ser daxwaza lêbihorîna parlemana vî welatî û ragihandina haydarnebûna wan ji vê sefera taxima Rejîma Siyonîst, ji dewleta Menamê û saziyên peywendîdar ku îzna hatina vê taxima Rejîma Siyonîst dane, xwestine ku rastiyên li ser bandorên Rejîma Siyonîst li nav civata Behrêynê eşkera bikin.

Pêştir jî Şêx Husên El-Dihî alîkarê sekretirê giştî yê Cemaeta islamî ya El-Wefaqa Behrêynê bal kişandibû ser neyariya xelkê vî welatî tev her cure normalkirina peywendiyên vî welatî tev Rejîma Siyonîst û ragihand; Gelê Behrêynê hertim piştevanê Filistînê û Qudsa Şerîf e.

Dewletên dîktator yên erebî yên wekî Behrêynê li halekê dixebitin peywendiyên xwe tev Rejîma Siyonîst normal bikin ku armanca wan jinavbirina rûveta reş a vê rejîmê ye û bi xwe jî mijûlî serkutkirina xelkê xwe ne hema wisa ku Rejîma Alê Xelîfe li pênc salên bihurî da xelkê vî welatî ku li civînên xwe yên aşitîxwazane daxwaza reforman li vî welatî dikin, serkut dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu