Serokê Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê, ji ber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, sersaxî da

Li dewama sersaxiyên ji ber emrê Xwedêkirina ayetullah Haşimî Refsencanî, serokê Civaka Berjewendiyên nizamê, Doktor Yûsif Mihemed, serokê Parlemana Herêma Kurdistana Iraqê, li peyamekê ji ber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, sersaxî gote Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê û malbata wî.
Serokê Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê, ji bilî diyarkirina mixabiniya xwe bona emrê Xwedêkirina wî, ragihand: Ateyullah Haşimî Refsencanî, siyasetmedarekî navînrê bû ku roleka wî ya girîng li rêformên siyasî û olî yên li Komara Îslamiya Îranê hebû.
Wî li dewamê got: Ez ji ber koça dawiyê ya ayetullah Haşimî Refsencanî, sersaxiyê dibêjime serok û nûnerên Meclisa Şêwra Îslamî, gellê Îranê û malbata rehmetiyê ayetullah Haşimî Refsencanî û jibo vî rehmetî jî ji Xwedê teala efû û rehmetê û jibo malbata wî jî sebr û hedarê dixwezim. (BANGÊ ÎSLÂMİ)