Hevhatina sêalî navbera Îran,Rûsiye û Tirkiyê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê
Alîkarên wezaretên karên derve yên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Moskowayê alugurên Sûriyê û bernama muzakirên aliyên sûrî li Astana paytexta Qezaqistanê hilkolandin.
Li civîna sêalî, Husên Cabirî Ensarî, Mîxayîl Bogdanov û Onal alîkarên wezaretên karên derve yên Îran- Rûsiye û Tirkiyê ku berêvariya roja înê li Moskowayê hat li dar xistin, meselên Sûriyê li gor girîngiya muzakirên aşitiyê yên Astanê hat hilkolandin.
Li vê civînê ku bi beşdarî û axiftinên Sergeyî Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê destpê bû, alîkarên wezaretên karên derve yên sê welatan bernamên lidarxistina civîna Astanê yên ku Îran, Rûsiye û Tirkiye piştgiriya wê dikin, hilkolandin.
Alîkarên wezîrên karên derve yên sê welatan her wiha li hev kirin şêwirînên xwe jibo lidarxistina serketî ya civîna Astanê û alîkariya bo çareserkirina qeyrana Sûriyê bidomîne.
Civîna Astanê biryar e 23 Çillê bi mazûvaniya dewleta Qezaqistanê bi beşdariya nunerên dewletê û neyarên Sûriyê bi çavdêriya sê welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê û beşdariya nunerên NY were li dar xistin.
Civîna Astanê piştî azadiya Helebê bi armanca xurtkirina pêvajoya siyasî, yekperçekirina hewldanan jibo rawestana li ber terorîzmê û pêkanîna istiqrar û aramiyê li Sûriyê tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)