NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûriye: Rejîma destdirêjkar a Siyonîstî divê were cizakirin

Wezareta karên derve ya Sûriyê li du nameyên cida bo sekreterê giştî yê NY û serokê Konseya ewlehiyê daxwaza cizakirina Rejîma Siyonîstî ji ber êrişa ser axa Sûriyê kir.

  Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta karên derve ya Sûriyê roja înê li berteka li hember êrişa Rejîma Siyonîstî ser balefirgeha eskerî li Şamê li du nameyên cida bo sekreterê giştî yê NY û serokê Konseya Ewlehiyê ragihand ev êrişa  li çarçêva  êrişên berdewam ên vê rejîmê ji destpêka  şer li Sûriyê û binpêkirina serweriya vî welatî, serbixwetî û yekperçetiya  erdê wê cih hat.

Wezareta karên derve ya  Sûriyê tekez kir êrişên Îsraîlê ser Sûriyê di nav rêxistinên îstixbaratî yên Fransayê, Brîtanyayê, Emerîkayê û kirêgirtiyên wan li Erebistan, Tirkiye, Qeter û welatên  ku dil hebûn  ser Sûriyê û navçê serdest bibin, plankarî bûye û cih hatiye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê li van nameyan tevî sekinîna  ser girtian pêşiya êrişên Rejîma Siyonîstî ser Sûriyê ragihand: Êrişa siyonîstan ser balefirgeha  eskerî ya  El-Mezeyê ji ber  işkesta grûpên terorîstî li Sûriyê bitaybet li Helebê bûye û bêyî piştgirî û çirayê kesk a Emerîkayê û rayedarên Fransa û Brîtanyayê êrişeke wiha nedihate kirin..

Balefirên cengê yên  Rejîma Siyonîstî jibio piştgiriya ji terorîstan û pêkanîna pirsgirêkan ser riya  rawestana li ber terorîzmê, pênşemiyê şevê balefirgeha  eskerî ya El-Mezeyê ya Şamê kirin hedef ku  bû sedema agirgirtina wê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu