NûçeRojhilatanavin
Li Misrê êrîş: 8 polîsan can da, 3 jî birîndar bûn
![](https://bangeislami.net/wp-content/uploads/2017/01/mısır-1.jpg)
Li herêma Newala Nû ya Misrê di encama êrîşeke çekdarî bi ser xaleke kontrolê ya polîsan de, herî kêm 8 polîs hatin kuştin 3 jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Misrê Halid Mucahîd ji rojnamevanan re ragihand ku di êrîşê de 8 polîsan jiyana xwe ji dest daye û 3 polîs jî birîndar bûne.
Mucahîd daxuyakirin ku gelek ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûne û birîndar jî bo nexweşxaneyên dorûberê hatine veguhestin. Hîna ti rêxistinekê berpirsiya xwe ya êrîşê ranegihandiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)