NûçeRojhilatanavinSûriye
Li bajarê Qamişloyê teqîn: 1 birîndar
Li taxa Kornîşa bajarê Qamişloyê bombeya binerdi teqîya, di emcama teqînê de welatiyek birîndar bû.
Îro saet li derdora 08.00an li Qamişloyê li ser rêya Kornîş û Hesekê li kêleka dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş bombeyeke ku li ber dîrekê ceyranê hatibû bicihkirin teqiya. Di encama teqînê de sivîlek birîndar bû.
Şêniyên taxê birîndar rakirin nexweşxaneyê û li wir tê dermankirin. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndar, ne giran e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)