Agirberdana malên welatiyên sûrî ji aliyê grûpên çekdar
Grûpên çekdar û terorîstî jibo cebirandina işkesta xwe li hember artêşa Sûriyê, agir berdane hejmarek ji malên welatiyên sûrî li bajaroka Eyn El-Fîcê ya Şamê.
li gorî rapora IRNAyê, medya sûrî roja çarşemiyê ragihand ev kiryara grûpên çekdar û terorîstî hevgavê pêşdeçûna artêşa Sûriyê nav bajaroka Eyn El-Fîcê cih hatiye.
Artêşa Sûriyê li rojên buhurî piştî azadkirina çend bajarokên li derdora Şamê, xwe gihandiye bajaroka Eyn El-Fîcê.
Pêştir berpirsên sûrî tev mirovên çekdar li 13 Çilla îsal jibo temîrkirina teşkîlata kaniyava Fîcê û giahndina avê bo şamê li hev kiribûn.
Li gor vê hevhatinê, biryar bû kesên çakdar ku dixwezin li navçê bimînin, çekên xwe radest bikin û terorîstên ku naxwazin xwe teslîm bikin bên guhestin bo parêzgeha Idlibê li bakurê rojava Sûriyê.
Terorîstên ser bi bereya El-Nusre li Wadî Berdiyê ji 24 Kanûna 2016an ve ava vexwerinê ya bajarê şamê paytexta Sûriyê ji kaniyava Eyn Fîcê qut kirine.
Di eynî demê de televîzyoan El-Exbariyê ya Sûriyê ragihand grûpa terorîstî ay DAIŞê, dest bi derxistina welatiyên sûrî ji navçên bin dagirkeriya xwe li bajarê Deyr Zûrê destpê kiriye.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê vê dawiyê êrişeke bêmînak û giştalî ser bajarê Deyr Zûrê destpê kir lê heya niha rastî berxwedana hêzên artêşa Sûriyê hatiye.
Bajarê Deyr Zûrê ji sala 2014an di kontrola terorîstên DAIŞê de ye û giahndina alîkariyê bo xelkê vî bajarî tenê ji riya jordexistina bi balefirê cih tê (BANGÊ ÎSLÂMİ).