Şêwirîna dubare ya Cabiriyê Ensarî û Beşar Ceferî li Astana Qezaqistanê

Serokên taximên Îran û dewleta Sûriyê li muzakirên aşitiyê yên vî welatî li Astana Qezaqistanê, rewşa herî dawiyê ya Sûriyê û encamên muzakirên Astanê hilkolandin.
Sadiq Cabiriyê Ensarî, alîkarê wezîrê karên derev yê Îranê li beşa karûbarên ereban û Efrîqayê û Beşar Ceferî, serokê taxima dewleta Sûriyê roja sêşemiyê li kêleka muzakirên sûrî-sûrî li bajarê Astanê, mêhwerên roja yekim a van muzakiran bi armanca çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê hilkolandin.
Cabirî Ensarî û Beşar Ceferî pêştir jî li Astanê bi hev re li bara van muzakiran û riyên çareserkirina qeyrana Sûriyê hevdîtin û gotûbêj kirin.
Li muzakirên aşitiyê ya Sûriyê li bajarê Astanê, xêncî Îranê, Rûsiye û Tirkiye wek xîmdarên civîna Astanê, Stefan De Mîstora nûnerê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê û Corc Kirol balyozê Emerîkayê li Qezaqistanê bi nuneratiya ji Waşengtonê beşdar bûne .
Mêhwera civîna du rojî ya Astanê ku roja duşemiyê destpê bûye, belgeyek jibo xurtkirin û seqamgîrkirina agirbesê li Sûriyê hatiye ragihandin.
Li gorî bernama ragihandî, biryar e Îran, Rûsiye û Tirkiye wek garantîkirê hevhatinnama navokî, 29 Kanûna 2016`an ku li Moskowayê bi beşadriya Muhemed Cewad Zerîf, Sergeyî Lavrov û Ehmed Çawûşoglu, wezîrên karên derve yên Îran , Rûsiye û Tirkiyê hat piştrastkirin, komîsyonek jibo çavdêriya ser agirbesê li Sûriyê pêk bîne.
Di eynî demê de, televîzyona Meyadînê ya Lubnanê ragihand: Îran, Tirkiye û Rûsiye roja sêşemiyê li bajarê Astanê Li bara bernama sêalî bi armanca cihanîna agirbesê û çavdêriya wê li Sûriyê li hev kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)