Hevdîtina cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê bi wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê re
Alîkarê wezîrê karên dreve yê Komara Îslamî ya Îranê li beşa Asiya û Uqyanûsiyê tev wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRIB News`ê, li vê hevdîtinê, Îbrahîm Rehîmpûr alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa Asiya û Uqyanûsiyê ku ji duh ve jibo beşdariya li civîna alîkarên wezîrên karên derve yên welatên perava Behra Xezerê li Bakûyê de ye, pêvajoya pêşketina muzakiran li 48-mîn civîna karxebata Behra Xezerê baş nirxand û got : Civîna din a vê komxebatê dê li Işqabadê be.
Li dewama vê civînê Elmar Memed Yarof wezîrê karên derev yê Komara Azerbaycanê û Îbrahîm Rehîmpûr alîkarê Asiya û Oqyanûsiyê yê wezîrê karên derve yê Îranê li bara mijarên curbicur ji wan rewşên berfirehkirina peywendiyên du welatan li warên curbicur, civîna rayedarên Êkoyê (ECO) li Îslamabadê û mijarên din gotûbêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)