Rêvebera giştî yê mafên mirovan û jinan ya wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Îran û Rûsiye bikaranîna siyasî û xerab a mafên mirovan qebûl nakin
Zehra Pêşgamî Ferd, rêvebera giştî ya mafên mirovan û jinan a wezareta karên derev ya Îranê , îro înê li daxwiya sefera sê rojî ya Moskowayê û muzakira tev rayedarên wezareta karên derve ya Rûsiyê li gotûbêja tev IRNA`yê tekez kir: Hevkariyên her du welatan li warê mafên mirovan ber bi pêş e.
Pîşgahî Ferdê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiye li warên mafên mirovan tam hevdeng in û hewl didin hemî hûrgiliyên ku renge li vê barê hebin li çarçêva qanûnên konseya mafên mirovan a NY hilkilon.
Şêwirmendê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha diyar kir: Dijberiya li hember birayrnameyên mafên mirovan li dijî welatan ji wan prensîpên bingehîn a siyaseta derve ya Îran û Rûsiyê ye û her du welat hilêxistina dubare ya navên welatan wek binpêkirên mafên mirovan li civata giştî ya NY qebûl dikin.
Pêşgahî Ferdê bal kişand ser muzakirên dualî yên Îran û YE li warê mafên mirovan jibo safîkirina meselê û tekez kir: Ev yekitiya ji riya muzakirê pê dihese behsên ku ji riya kanalên dijberê dighêje wan, rast nînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)