Dewama cinyetên Erebistanê li Yemenê li saya şepirzetiyên NY
Îstefan Obrayn, alîkarê sekreterê giştî yê NY roja pênşemiyê li axiftinekê li konseya ewlehiyê ya NY tekez kir balefirên cengê yên Erebistana siûdî kuştina yemeniyan tim didomînin.
Îstefan Obrayn, alîkarê sekreterê giştî yê NY roja pênşemiyê li axiftinekê li konseya ewlehiyê destnîşan kir ku dewama dorpêçkirina Yemenê ji aliyê Erebistanê bûye sedem li Yemenê karesata însanî pêk were.
Îsmaîl Weled şêx Ehmed, nunerê taybet ê NY li karûbarên Yemenê jî bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêka Yemenê rêçara eskerî tine û tekez kir ku dewama operasyona eskerî û êrişa ser xelkê sivîl ên vî welatî bandoreke pir xirab kiriye.
Erebistan ji Adara sala 2015`an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina ji riya bejahî, deryayî û hewayî li vî welatî kir jibo ku Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser qawetê.
Li encama ev destdirêjiya eskerî , heya niha zêdetir ji 11 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kesên din birîndar bûne û bi milyona yemenî aware bûne û jêrxanên vî welatî kavil bûne.
Rejîma Alê Siûd tevî hebûna bertekên cîhanî li hember zêdebûna cinayetên wan li Yemenê, li êrişa xwe ya roja pênşemiyê ser xelkê sivîl ê Yemenê cardinê bombeyên fosforî û ûşûyî bi kar anî.
Rejîma Alê Siûd ku nekarî li Yemenê bighêje armancên xwe, ji wan cihhatina timakariyên erdê û sepandina plana siyasî, bi zêdekirina cinaytên xwe dixweze ku tirs û xofê çê bike ku rewşê jibo teslîmkirina gelê Yemenê xweş bike.
Rejîma Alê Siûd bi qaşo nimandina hêza xwe dixweze işkestên xwe li Yemenê û lawaziyên xwe yên eskerî tevî piştgiriyên giştalî yên welatên rojavayê û kirrîna çek û sîlehan, binuximîne. Lê ev kiryarên Rejîma Alê Siûd li Yemenê zêdetir ji berê mahiyeta ev rejîma mudaxilkir ku tu hed û sînorekê jibo cinayetên xwe qayîl nîne, nimandiye û ev meseleya bûye sedemCivaka navneteweyî bi awayekî berfireh kiryarên vê rejîmê şermezar bikin .
Li vê navberê tiştê ku bûye sedem Rejîma Alê Siûd cinayetên xwe bidomîne siyasyetên newekhev ên NY li hember ev rejîma destdirêjkar e.
Li halekê ku rayedar û saziyên curbicur ên NY li raporên xwe ser zêdebûna cinayteên Rejîam alê Siûd tekez dikin.Par ev rejîma binpêkirê mafên mirovan, cardinê bû endamê Konseya mafên mirovan a NY. Kiryara mideheke berî niha ya Ny jî derheq danîna navê Erebistnê nav lîsteya binpêkirinên mafên mirovan ji ber kuştina berfireh a zarokan li Yemenê û piştre derxistian navê Erebistanê ji vê lîsteyê piştî gefên Alê Siûd û zextên Emerîkayê nîşan a helwêstên sist û bêsibat û di eynî demê lawaz a ên NY li hember cinayetên Alê Siûd e.
Rejîma Alê Siûd li saya van şepirzetî û nebûan viyan cidî ya NY li hember vê rejîmê bi dileke rehet cinayetên xwe li Yemenê didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)