ÎranNûçeRojhilatanavin
Hêzên çekdar ên Îranê bi hemî hêza xwe, amadeyî rawestana li ber dijminan in û ev amadetiya, dijmin sist û dilsar kiriye
Emîr sertîp, Ehmed Riza Pûrdestan, cîgirê fermandê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja yekşemiyê tekez kir: Amadetiya eskerî ya hêzên çekdar ên Îranê li dema aşitiyê, dijmin lawaz kir û li nijayara eskerî ya wê pirsgirêk pêk anî.
Emîr sertîp Ehmed Riza Pûrdestan her wiha got : Emerîkayê li sala 1991`an û 2001an bi armanca rûbirûbûna bi Îranê re û bi piştgiriya hin welatên Rojhilata Navîn li navçê hazir bû lê bi dîtina amadetiya hêzên çekdar ên Îranê paşde vekişya .
Cîgirê fermandê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got : Parastina amadetiyên eskerî dê bibe sedema bergirî, netirsiyana li hember zehmetiyan û serketina li şerê li hember dijminan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)