Terorîzm xetera herî giring jibo civaka cîhanî ye
Wezîrê karên derve yê Iraqê, diyar kir ku karê sereke ya welatên cîhanê niha piştgiriya ji wan welatan e ku li hember terorîzmê şêr dikin û tekez kir ku terorîzm tim talûka herî giirng jibo civaka cîhanî ye .
Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derev yê Iraqê roja duşemiyê nav koma balyozên welatên ewrûpî yên hazir li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku rêçara kontrolkirina terorîzmê hevkariya navneteweyî ye û destnîşan kir heya dema ku çavakniyên aborî yên terorîzmê neyên qutkirin û hizra tekfîrê wek sûç neyê zanîn dê bingehên treorîzmê tim dê talûka herî giring jibo cîhanê bin .
Balyozên welatên ewrûpî jî li vê civînê ser pitgiriya ji Iraqê jibo rawestana li ber grûpa terorîstî ya DAIŞê tekez kir û serketinên Iraqê li hember terorîzmê pesinandin.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê sala 2014`an bi piştgiriyên aborî û eskerî yên Emerîkayê û hevpeymanên erebî û rojavayî yên vî welatî hin beşên axa Iraqê dagir kir . (BANGÊ ÎSLÂMİ)