Hişyariya Welîd Muelim li bara pêkanîna navçên bi ewleh li Sûriyê
Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê roja duşemiyê li hevdîtina Filîpo Grandî komîserê bilind ê NY li karûbarên penaberan li Şamê li bara piştgiriya Emerîka û Erebistanê ji pêkanîna navçên ewleh li welatê hanê got : Pêkanîna navçên biewleh li axa Sûriyê bêyî hevdengiya tev dewleta qanûnî ya vî welatî binpêkirina eşkere ya hakimieta neteweyî ya Sûriyê tê hesabê.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê her wiha li bara rewşa awareyên sûrî li welatên cînar jî destnîşan kir: Rewşa vegeriyana awareyên sûrî û dabînkirina jiyana hêja jibo wan li Sûriyê pêk hatiye .
Dewleta Sûriyê roja duşemiyê piştî fermana bihellahella ya Trump serokkomarê Emerîkayê li bara qedexetiya derbasbûna welatiyên heft welatên îslamî bo vî welatî ji awareyan sûrî xwest ku vegerin welatê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)