ÎranNûçeRojhilatanavin

Rênimayên geştyariyê yên 40 welatên cîhanê hatine Yezdê

Rênimayên geştyariyê yên 40 welatên cîhanê piştî sefera Şîrazê, çûne parêzgeha Yezdê li navenda Îranê.

 Li gorî rapora roja înê ya IRNA`yê, rênimayên geştyariyê jibo beşdariya li 17 mîn konvansiyona  geştyariyê ya 2017`an  ku bi mazûvaniya Têhranê hat lidarxistin, sefera Îranê kirine.

270 rênimayên geştyariyê birayr e seredana  avahî û navendên  geştyariyê yên parêzgeha Yezdê bikin.

Parêzgeha Yezdê xwediyê zêdetir ji 6 hezar navendên  dîrokî û çandî ye û yekim bajarê bi kelpîçê xav ê cîhanê û bajarê dudiyan  ê dîrokî yê cîhanê tê hesabê. Rênimayên geştyariyê piştî Yezdê dê seredana  Îsfehanê bikin .

Civîna  navneteweyî ya rênimayên geştyariyê civîna herî mezin û herî giring a rênimayên cîhanê ye û her du salan carekî bin çavdêriya rasterast a federasyona  cîhanî ya geştyariyê (WFTGH) û bi mazûvaniya yek ji welatên  endam tê lidarx sitin.

Nasandina  navendên  çandî, dîrokî û xwezayî, geşatiya mayînde ya pêşeya geştyariyê û jordebirina asta zanist û exlaqê prefeşnal a rênimayan li gorî pîvanên  cîhanê ji armancên  giring ên  vê civînê ne.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu