AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Dewama muzakirên Îran û Iraqê jibo destpêkirina derfirotina elekterîkê bo Iraqê

Balyozê Iraqê li Têhranê got : Nûnerên Îran û Iraqê li bara destpêkirina derfirotian elekterîkê bo Iraqê li halê muzakirê ne û dê bizûtirkê pirsgirêkên heyî bên çareserkirin.

Racih El-Mûsewî balyozê Iarqê li Teharnê roja înê li gotûbêja  tev IRNAyê, li bara derfirotina elekterîka Îranê bo Iraqê got ku derketina hin pirsgirêkan ji ber xwestekên  aborî yên du welatan normal e, lê ji ber rûhiyeta hevkariya navbera Îran û Iraqê dê bizûtirkê pirsgirêk bên çareserkirin.

Racih El-Mûsewî destnîşan kir: Îran  û Iraq hez dikin ku pirsgirêkên xwe şareser bikin û riha biratiyê di peywendiyên  her du welatan de were dîtinê.

Asta deynên  li warê iliktrîkê  yên Iraqê bo Îranê, milyarek û 200 milyon  dular e ku ev welata ji ber kêmbûna  derhatên niftê nikare wê bide .

Derfirotina elekterîka Îranê bo Iraqê ji dawiya kanûna 2016an  hatiye rawestandin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu