Larîcanî: Reftara Îranê li hember meselên navçeyî û navneteweyî rastbînane ye
Elî larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê roja înê li mersimekê li Têharnê got: Dewra cidaxwaziyê, şerê sepandî ya boykotên curbicure aborî û pirsgirêka navokî, nizama Komara Îslamî ya Îranê li warên navçeyî û navneteweyî xurt û bihêz kiriye.
Larîcanî, navça Rojhilata Navîn ji navçên herî hesas a cîhanê ji babet bêewlehî û pevçûnên navxweyî da zanîn û destnîşan kir: Rola giring a Îranê li meselên navçeyî û navneteweyî pirrengtir bûye û reftara baqil Îran kiriye xwediyê ewlehiyeke mayînde .
Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha gotinên serokkomarê Emerîkayê li bara Îranê rexne kir û got : Reftara maqûl û li gorî ramanê ya Komara Îslamî ya Îranê pêka hezeyanên hin welatên mezin nîşan dide ku reftara hin berpirsên van welatana jibo welatê wan û welatên din pirsgirêk pêk aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)