Navenda hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê roja îniyê qala bidawîhatina qonaxa duyem a pêkanîna ewlehiyê li riyên hawargihaniyê di navbera Girava Selahedîn û Mûsilê kir
Fermandeyê leşkera 33`ê ya hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê ragihand ku van hêzan sê bere heta nuxteya hevpar a navendên niftî li rojavaya Şerqatê paqij kirin û qonaxa duyem a opêarsiyonê bi dawî anîn.
El Xalidî her wiha got ku hêzên bin fermana wî bi beşdariya leşkera 12`ê ya El Nucebayê, leşkerên 40 ên Tabûrên Îmam Elî (S), bereya opêrasiyona Bêyciyê û Rêvebiriya Endazyariyê, êrîşî kûrahiya bereya dijmin kirin û ziyanên giran ên malî û canî li wan xistin.
Navenda Hêzên seferberiya gelanî yîên Iraqê sibeha îniyê ragihand ku opêrasiyona azadkirina navçeyên kêleka cadeyên hawargihaniyê bi armanca pêkanîna ewlehiyê li wan û paşdakişandina DAIŞ`iyan heta kûrahiya çolê dest pê bûye da ku serdestiya li ser navçeyên navbera Çiyayên Mekhûlê, El Hevîce û Çola Nêynewayê bi mebesta qutkirina riya hawargihaniyê ya DAIŞ`iyan were xurtkirin.
Cebar Hesen efserê artêşa Iraqê jî ragihand: Hêzên Heşdi Şeibî bi piştevaniya firokeyên şêrr ên Iraqê sibeha îniyê êrîşeke berfire li ser navçeyê rojavayî yên Mûsilê pêk anîn.
Cebar Hesen her wiha got: Hêzên gelanî yên Iraqê piştî çend saetan şer û pevçûna digel têrorîstên DAIŞ`ê karîn navçeyên Bustan, Redîf, Bustan Şerîf, Elbu Dawûd, Til Reis û Um Xurbeyê azad bikin.
Hêzên iraqî vê dawiyê beşa rojhilatî ya Mûsilê bi tamî ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin û niha mijûlî azadkirina rojavaya Mûsilê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)