Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Iraqê peywendiya digel Amerîkayê hilkolandin
Nivîsgeha mêdyayî ya saziya serokwezîrtiya Iraqê duh anku yekşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê ragihand: Civîna Konseya Ewlehiya Neteweyiya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî ji bo hilkolandina peywendiyên digel Amerîkayê tevî biryarên vê dawiyê yên Donald Trump hat lidarxistin.
Li gorî rapora Al Someria News`ê, daxûyaniya navbirî bi bîr xist: Vê civînê biryarên pêwîst ji bo piştgiriya ji berjewendiyên Iraqê dan û di encamê da li bara plana têgihêştinnameya hevkariya istixbaratî navbera Iraq û Biljîkê lihevkirin pêk hat.
Daxûyaniyê her wiha ragihand: Li vê civînê bandora biryara vê dawiyê ya Trump li ser peywendiyên siyasî, ewlehî, aborî, ticarî û çandî di navbera du welatan hat hilkolandin. Daxûyaniya serokwezîrê Iraqê hûrgiliyên zêdetir ji vê civînê û biryarên dayî raber nekir.
Hêjayî gotinê ye ku dadgeha istînafê ya Amerîkayê şeva çûyî anku êvara şemiyê li hemberî daxwaza lezgîn a wezareta dadweriyê ji bo destpêkirina nû ya boykotên sepandî ji aliyê Donald Trump va li dijî koçberên heft welatên cîhanê ji wan Iraqê derket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)