Dewleta Trump piştgirê terorîzmê ye ne Îranê
Nivîskar û analîzorê bi nav û deng ê misrî bi weşandina nivîsarekê destnîşan kir ku dewleta Donald Trump serokkomarê niha yê Emerîkayê û dewletên berê yên vî welatî piştgirê terorîzmê ne.
Li gorî rapora Tesnim News`ê, El-Şehat Şeta li meqaleyekê bi vî navê ku “ Gelo çima Trump Erebistan nedanî nav lîsteya welatên ku çûyîna welatiyên wan nav axa Emerîkayê hat qedexekirin“ û nivîsî: Trump heft welatên Îslamî danî nav lîsteya qedexetiya çûyîna welatiyên wan bo Emerîkayê, lê nizane ku Emerîkayê ne tenê li van welatana terorîzm pêk anî belkî ev welatana bixwe jî ji terorzîma emerîkî-siûdî aciz bûne.
Wî li vê nivîsarê ku li navenda nûçeyan a El-Meselê ya Iraqê hat weşandin got: Trump dewsa dayîna xerametê bo van welatana ji ber piştgiriya Emerîkayê ji terorîzmê li wan, çûyîna welatiyên van welatana bo axa Emerîkayê qedexe kir. Serayî wana , Trump welatê terorîzmê (Erebistan) wek xîmdarê herî mezin û piştgirê terorîzmê li cîhanê nedanî nav lîsteya wan welatan.
Her wiha Eyan Papê mamosteyê dîrokê û nivîskarê pirtûka “Paqijkirina nijadî ya filistîniyan“ ser vê bawerê ye ku derxistina navê Erebistanê ji lîsteya welatên ku welatiyên wan îzna çûyîna nav Emerîkayê tine ji aliyê Trump va ne tê vê wateyê ku Waşîngton vegeryaye siyaseta xwe ya berê ku çavên xwe ser cinayetên hevpeymanên xwe girêde. (BANGÊ ÎSLÂMİ)