Amano: Emerîkayê hîn ti peywendî û gotûbêjek ser hevhatina navokî tinebûye
Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê got ku dewleta nû ya Emerîkayê hîn ti peywendî û gotûbêjek tev wî û ajansê li bara hevhatina navokî ya Îarn û koma 5+1 ê nebûye.
Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ku sefera şahnişînên hevgirtî yên ereban kiriye, roja sêşemiyê li gotûbêja bi Associated Pressê re got : Ajans bi Emerîkayê re berdewam di peywendiyê de bûye û dewleta Doanld Trump hîn peywendiyek tev min û rêxistinê jibo şêwirîna li bara dilgiraniyên xwe negirtiye.
Amano got ku li bendê ye dewleta nû ya Emerîkayê bi zûtirkê peywendiya rasterast bi ajansê re çê bike.
Donald Trump serokomarê Emerîkayê li prosa hevrikiyên hilbijartian xwe gotibû ku dê hevhatinama navokî bidirîne û tim vê hevhatinê weke hevhatineke xirab bi nav kiriye .
Wî her wiha li yekim kiryarên xwe piştî çûyîna nav koşa sipî fermana qedexetiya demkî ya çûyîna welatiyên heft welatên misilman ji wan Îranê da ku rastî berteka tund a civaka navneteweyî û rayedarên hin welatan hat .
Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê li dewamê got ku wî bi Îranê re ser gotinên Trump neaxftiye, herçend ku îranî berdewam tev rayedarên ajansê di têkiliyê de bûne.
Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya Enerjiya Atomê destnîşan kir: Hevhatinnama navokî ya Îranê û koma 5+1ê hema cih tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)