Serokê Komara Islamî ya Îranê îro li gorî vexwendina fermî ya paşayê Umanê û mîrê Kuweytê yê here van du welatana
Serdana Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê bo Mesqetê li gorî teylîfa fermî ya Siltan Qabûs paşayê Umanê pêk tê.
Rûhanî piştî hevdîtina ligel Siltan Qabûs û muzakireyên desteyên pilebilind ên her du welatan yê îro piştî nîvro li gorî gazîkirina fermî ya mîrê Kuweytê, yê ji Mesqetê here Kuweytê.
Pêşwazîya fermî ya mîrê Kuweytê, hevdîtina taybet, muzakireyên desteyên her du welatan û herwiha hevdîtinên ligel serokwezîr û wezîrê karên derve yên Kuweytê ji programên herîgirîng ên serdana Rûhanî û taxima ligel wî li Kuweytê ne.
Hilkolandina rêbazên berfirekriina zêdetir a peywendîyên dualî li beşên dewletî û sivîl û herwiha hilkolandina meseleyên navçê, mêhwerên herîgirîng ên serdana Rûhanî bo welatên Kuweyt û Umanê ne.
Çend nunerên beşa sivîl, çend wezîr û rawêjkar jî ligel serokê Komara Islamî ya Îranê yê herin Uman û Kuweytê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)