AsyaCîhanÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Istiqrar û ewlehî ewlewîyeta sereke ya Îranê li navçê ye

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro pêkutî kir: Serokomarê Tirkîyê zêdetir ji her kesî haya wî ji rola kêrhatî û istiqrarçêkir a Îranê li navçê û Iraqê heye.

Qasimî herwiha got: Rola erênî ya Îranê li Iraqê li gorî daxwaza dewleta qanûnî ya vî welatî jibo têkoşîna li hemberî komên tekfîrî û têrorîst pêk tê ku şerûtîya wan pekîyaye nav Tirkîyê jî.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji rayedarên Tirkîyê re got: Istiqrar û ewlehî ewlewîyeta sereke ya Îranê li navçê ye û ev babeta girîng bilî femkirina durist a rewşê û jinûve nasakirin û cidakirina aktorên dabînkerê istiqrarê ji aktorên alozkirin û bêistiqrarîyê û piştgirê têrorîstan, ji tu rîyeke din pêkan nabe.

Qasimî herwiha gto: Tişta ku sedema dilgiranî û dewama bêistiqrarîyê li navçê ye, piştgirîya aşkira û nihênî ji komên têrorîst û helwesta bikaranîna wan wekî darê destan û rêznegirtina li serwerîya netewî û yekperçetîya axa welatên cînar e ku yê rewşa lihevalîyayî ya navçê lihevalîyayîtir û aloztir bike.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu