Seyd Nesrullah: Berxwedan ji Îsraîl û Emerîkayê natirse
Sekreterê giştî yê Hizbullaha libnanê bi muansiabeta salvegera şehadeta fermande û rêberên berxwedanê ji xebatên Îmam Xumeynî(Rehmetullah Eleyh) rêz girt û salvegera serketina Inqilaba Îslamî ya Îranê li hezretê ayetullah xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û berpirsan û gelê Îranê pîroz kir.
Seyd Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, berêvariya pênşemiyê li mersima salvegera şehadeta rêber û fermandên berxwedanê ji wna seyd ebas Mûsewî, raqib Herb û Îmad Muqniye, her wiah got : Li darxistian vê mersimê jibo nasiyarkirina nivşa hevdem û nivşa pêşerojê bi rêberên rastîn û kesên ku jibo serketinê fîdakarî kirin û karîn bi sedaqet û sebrê li hember dijminan rawestin.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha lubnanê bal kişand ser helwêstên Îsraîlê û destnîşan kir: Wer xûya dike helwêstên Îsraîlê li bara hizbullaha Lubnanê tundtir bûne û ev rejîma Hizbullah Lubnanê wek yekim gefa li dijî xwe dizane û ev ajibo berxwedanê nîşana şanaziyê ye. Li gorî gotina seyd Hesen Nesrullah, gefên Îsraîlê nû nîne û wer xûya dike zexta ser gelê Libnanê bi taybet ser berxwedanê, armanca Îsraîlê ya niha be.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Heta ger Donald rump serokkomarê Emerîkayê îznê bide Netenyahû an wî han bide ku êrişî ser Libnanê bike ev yeka berxwedana Îslamî natirsîne.
Seyd Hesen Nesrullah diyar kir: Hin welatên ereb jibo dayîna xerca şer Îsraîlê tev lubnanê amade ne û belgeyên li bara piştgiriya erebî ku îzna destpêkirina şerê 2006`an da îro pirtir ji her wexteke din eyan e.
Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê diyar kir: Niha tiştê ku jibo Îsraîlê ji şerê li Libnanê an Gazayê giring e, eva ye ku gelo dê ev şera bi ser bikeve an na? û armancên Rejîam siyonîstî bi xisareke herî kêm li bereya navxweyî cih tê an na?
Sekreterê giştî yê Hizbullaha lubnanê destnîşan kir: Qaweta berxwedanê û hebandîbûna wê, helwêstên qahîm û xurt ên Mîşel Ewn serokkomarê Libnanê hokara sereke ya qaweta vî welatî ye û dijmin her wexta ku hest bike berxwedan lawaz bûye ber bi şerê li hember Lubnanê ve tê handanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)