Hevdîtina Zerîf û nunerê NY li karûbarên Sûriyê

Îstefan Dê Mîstora nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê roja înê tev Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Monîxê hevdîtin û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, nûçeyek li bara naveroka vê hevdîtinê nehatiye weşandin.
Muhemed Cewad Zerîf seyd Ebas Iraqçî serokê erkantiya şopandina cihanîna rêketinnama navokî û Mecîd Text Rewaşnçî alîkarê wezareta karên derve îro înê jibo beşdariya li civîna ewlehiyê ya Monîxê sefera Almanyayê kir.
Li civîna ewlehiyê ya Monîxê mijarên giring ên navneteweyî ji wan siberoja NATOyê, biserûberiay cîhanî, ewlehiya însanî, terorîzm û fanatîzm, meselên navçeyî ji wna Asiyaya başûrê rojhilat û nîvgirav a Kure, cîhana ereban, qeyrana Sûriyê û Ukrayn dê werin gotûbêjkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)