CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Îran: “Tehdîdên Amerîkayê tu bandorê li me nakin”

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di Konfransa Ewlehiya Cîhanî ya 53yemîn a Munihê de gotarek pêşkêş kir.

Zarîf di axaftina xwe de pêşniyar kir ku rêya çarseriya şerên li Iraq û Sûriyê serbazî nîne divê hemû ew nearamî bi rêya siyasî werin çaresekirin. Nabe di çareserkirina krîzên navçeyê de tu welatek û aliyek were paşguhxistin.

Cewad Zerîf got: “Bi nêrîna min îro bersivdaneke gitşî pêwîst e li hember wê qonaxa veguhêz ku li cîhanê heye. Ev rastiyek e û t amadekariyek û hewlek jî li hember wê nîne. Ew guhertin dever û gişt sîstema heyî û desthilat li xwe girtine ku em nikarin xwe jê bidin alî. Ev rastî ye. Tu desthilatek û heta hêzek mezin jî nikare rûbirûyê astengên îro yên cîhanê yan navçeyê bibe, bi rêya piştguhxistin û tohmetbarkirina hêzên din”.

Derbarê gefên rêveberiya Donald Trump bo ser Îranê de, Mihemed Cewad Zarîf ragihand, eger rêz li Îranê were girtin, ew bi awayekê gelek baş bersiv didin, gefkirin tu bandorê li ser Îranê nake.

Zarîf di dawiya axaftina xwe de got: “Îran gelek baş bersiva rêzgirtinê dide, lê belê em gelek baş bersiva gefan nadin. Min pêştir di vê bareyê de tweetek kiriye. Niha tweetkirin gelek tê kirin, ne wisa ye? Ew gef, bandora wan li ser Îranê nabe”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu