Wezîrê karên derve yê Îranê reftara rayedarên emerîkî sedema pûçbûna îdiayên Emerîkayê û nîşana dijmiantiya li hemberî xelkê Îranê da zanîn
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê li hevdîtina ligel îraniyan û bijareyên îranî yên niştecihê du eyaletên Bayrên û Badin Wortimbergê yên Almanyayê, bal kişand ser fermana Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq sînordarbûna derbasbûna welatiyên heft welatên cîhanê ji wan Îranê bo axa welatê hanê û got : Xelkê Îranê bi rawestan û berxwedana xwe nîşan dane ku gefan qebûl nakin.
Zerîf bal kişand ser cih û şûn û giringiya îraniyên rûniştiyê Almanyayê û destnîşan kir: Erka nuneartiyên Îranê li derveyî welêt, berevaniya ji mafên îraniyan û piştgiriya ji karsaz û pisporên îranî li çarçêva berfirehkirina hevkariyên aborî û zanistî ye.
Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Hewldan divê li warê kişandina bala sermayedaneran jibo xebitandina sermaya wan, guhestina teknolojiyê û li çarçêva alîkariya bo pêkanîna derfetên kar û şuxil û baştirkirina rewşa jiyan û debara xelkê bin.
Wezîrê karên derve yê Îranê roja înîyê, 17 Sibatê bi armanca beşdariya li 53`emîn civîna ewlehiyê ya Monîxê sefera Almanyayê kir.
Civîna ewlehiyê ya Monîxê roja yekşemiyê bi dawî hat. (BANGÊ ÎSLÂMİ)