ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhana seredana proja `Sekinandina rabûna toz û axê` û `avadankirina Çolê`li Xozistanê kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemê tevî amadebûna li navendeke girîng û qeyranî yên rabûna toz û xubarê li parêzgeha Xozistanê li başûrê rojavaya Îranê, seredana proja avadan û geşkiirna çolê, sekinandina rabûna toz û axê û çandina daran ji bo girtina pêşiya diyardeya toz û xubarê yên ku çavkaniya wan hundira welêt, kir.

Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê li vê seredanê bi rave û şiroveya birêvebirên saziya Cehada Cotklariyê û Jîngeha parêzgeha Xozistanê li bara kiryar û pêvajoya pêşketina planên têkildarî Ava û geşkirna Çolê û sekinîna li hemberî diyardeya rabûna toz û xubarê li vê parêzgehê hin agahî bi dest xistin.

Biryar e berêva îro civîna hevpar a komxebata sekinîna li hemberî rabûna toz û xubarê û konseya rêvebiriyê ya parêzgeha Xozistanê bi serokatiya serokê Komara Îslamî ya Îranê li vê parêzgehê were lidarxistin.

Bahûz û babelîska toz û xweliyê ji 28`ê Çileya 2017`an va parêzgeha Xozistanê girtiye ber xwe. Ev diyarde bû sedem ku xebata ceryan û avgihandinê li yazdeh şaristanên parêzgeha Xozistanê tûşî alozî û pirsgirêkê were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu