Neyarên sûrî dixwazin bi awayekî rasterast bi nunerên Bişar Esed serokomarê Sûrîyê ra muzakirê bikin

Salim Muselet berdevkê şanda Dijberên Sûrî li Jênêvê daxwaz kir, ku vê carê her du şandên dijber û hikûmeta Sûriyê li Jênêvê bi hev re bicivin û bi awayekî rasterast danûstandinê bikin.
Salim Muselet daxwaz kir, ku danûsandinên vê carê li Jinênvê cudatir bin ji danûstandinên berê û got, ji bo ku rewş çareser bibe, divê her du şand bi serperiştiya Netewyên Yekgirtî bi hev re bicvin, ji ber ku her roja ku derbas dibe bi wateya mirin, birsîbûn û dorpêçkirina zêdetir e.
Işkesta neyarên sûrî li Helebê û nebûna karayîyê jibo yekxistina rêzên wan wekî hêzeke yekgirtî jibo parastina deverên di bin dagiekrîya wan da bûye sedema lawazbûna morala wan.
Karzan ser vê bawerê ne ku li gorî nakokîyên di navbera komên dijberê pergala Sûrîyê da, ihtimala serketina gerra çarem a muzakirên aştîya Sûrîyê li Jênêvê ku îro destpê bû, kêm e.
Dewra herî dawîyê ya muzakirên aştîya Sûrîyê di Nîsana sala 2016`an da û bi navbeynkarîya Stêfan Dî Mîstora nunerê taybet ê NY li karên Sûrîyê li Jênêvê hat lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)