Zerîf: ECO rewşke jibo berfirehkirina hevkariyên navçeyî ye

Muhemed Cewad Zerîf bal kişand ser vê yekê ku ECO yek ji rêxistinên herî kevn ê hevkariyên aboriyê li cîhanê û li halê pêşketinê li Asiyayê tê hejmar û destnîşan kir: Li dawiya sê sala serokatiya Komara Îslamî ya Îranê li konseya wezîrên ECOyê, sibê sêşemiyê li 22 mîn civîna konseya wezîrên ECOyê, serokatiya dewrê dê bê guhestin bo Pakistanê.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser vê eykê ku bernameyên pir baş li ECOuyê jibo hevkariya navbera endaman heye û diyar kir: Îranê di dema serokatiay xwe li ECOyê hewl da ku ev bername ser qazanca hemî endaman be û hêcçvî dike ku Pakistan jî vê hewldanê bidomîne.
Îslambada, paytexta Pakistanê, mazûvanê 22 mîn civîna wezîrên karên derve yên ECOyê û roja çaremiyê jî mazûvanê 13 mîn civîna rayedarên ECOyê be.
Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxansitan, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Qezaqistan, Tackistan û Komara Azerbaycanê, 10 endamên Rêxistina hevkariya aboriyê (ECO) ne.