Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir: Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) bandorê li alugurên cîhanî dike
Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, li beşa hiqûqî û navneteweyî, roja duşemiyê li civîna wezîrên karên derve yê Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) li Cakartayê, paytexta Endûnizyayê, bal kişand ser girintgiya yekitiyê li bandora ser alugurên cîhanî û daxwaza xurtkirina hevkariya welatên endam li çarçova ewlewiyetên şşealî yên wê bitaybet li warê ticaret û xebitandian sermayê û jordebirina zirûfa hevkariyên bankî û aborî navbera welatên endam kir.
Iraqçî her wiha got : Rakirina boykotan rewşeke baş jibo jordebiria hevkariyên aborî navbera welatên endamê Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) bitaybet li navça Kendava Farsê ku cihê zeliqîna bi oqyanûsa Hindê ye , pêk anî.
Alîkarê wezîrê karên derev yê Îranê her wiha bal kişand ser zirûfa zêde ya aborî ya bendera çabuharê li başûrê rojhilata Îranê û destnîşan kir: Bendera Çabuharê cihê zeliqîna rojhilat û rojava û bakur û başûr bi aboriyeke zêde ye û welatên endamê Ayorayê bila bala xwe bidin ser zirûfên vê benderê.
Cicîna rayedarên Yekitiya Hevkariyên navçeyî yên kêleka oqyanûsa Hindê sibê li Cakartayê tê li dar xistin û Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê li vê civînê beşdar dibe.
Ev yekitiya wek rêxistineke navneteweyî ji sala 1997an xebata xwe destpê kir û geşatiya mayînde, hevkariyên aborî û çaresertkirina berbendên ser riya geşatiya hevkariyên ilmî û ticarî navbera welatên endam ji wan armancên sereke yên wê ye .
Îran , Awistralya, Bengladiş, Hindistan, Endûnizya, Kinya, Madagaskar, Malizya, Morîs, Mozambîk, Uman, Sîşel, Sengapûr, Efrîqaya başûrî, Serîlanka, Tanzanya, Komoros, Somalî, Taylend, Îmarat û Yemen, 21 endamên yekitiya Hevkariyên navçeyî yên derdora oqyanûsa Hindê ne.
Welatên Çîn, Almanya, Emerîka, Japonya, Misr, Inglîs û Fransa jî wek endamê çavdêr û aliyê gotûbêjê li Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) hizûra wan heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)