Li Arjantînê sendîqayên karkeran ji ber polîtîkayên ekonomîk ên kemer jidandinê Serokê Dewletê Mauricio Macri protesto kirin.
Beriya nêzîkbûna hilbijartina kongreyê bi banga Konfederasyona Kedkar a Giştî (CGT) bi 10 hezaran karker kolanên paytexta Buenos Airesê dagirtin. Karkeran bi sedema ji kar derxistinê, rakirina tengkirina îtxalatê û polîtîkayên din ên ekonomîk protesto kirin, bi dirûşme, afiş û alayên Arjantînê rêyên sereke yên bajêr ji trafîkê re girtin.
Çalakvanan piştgiriya xwe nîşanî mamostayên ku di grevê de bûn û li welat ji ber enflasyona zêde daxwaza zêdebûna meaşan kirin.
Serokê Dewleta Arjantînê Mauricio Macri sala borî dema ku dest bi wezîfeyê kir bi hezaran karker ji kar avêtibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)