IraqNûçeRojhilatanavin
Azadkirina hin navçeyên din ji lepên DAIŞ`ê li rojava Mûsila Iraqê
Fermandeyê operasyona Neynewayê li Iraqê li bara azadkirina gundên Beytar û Ekîlatê li beşa rojava bajarê Mûsilê agahî da.
Li gorî rapora El-Alamê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona Neynewayê roja pênşemiyê ragihand: Yekînên tîpa zirihî ya Nehem û tîpa têkoşer a El-Ebas li operasyonekê karîn ku gundên Beytar û Ekîlatê li nêzîkî fabrîkeya simîtê ya Badoşê li beşa rojava bajarê Mûsilê ya Iraqê azad bikin. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî, 30 jinên DAIŞê li başûrê Mûsilê girtin.
Eva li halekî ye ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li halê cihanîna operasyona lêgerîn û paqijkirina taxên azadbûyî ji lepên DAIŞ`ê li rexê başûrê Mûsilê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)